Hevwelatiyên hêja!
Kurdistaniyên delal!
Her wek em dizanin neteweya kurd ji aliyê hikûmetên li pey hev ên desthilatdar
ve ketiye ber zilm û stemkarî û ferq û cudakariyên çandî û zimanî. Rojhilatê
Kurdistanê jî yek ji nimûneyên herî berçav e ku têde kurd ji Îlam û Kirmaşanê
bigire heta Sine, Urmiye û Makûyê û herwiha li hinek herêmên kurdrûniştevan ên
Îranê mîna Xorasanê ku ne axa Kurdistanê bûye, lê kurd têde niştecih bûne, kurd
weke neteweyek nehatiye naskirin û dîrok û çanda gelê kurd hatiye talankirin û
ji xeynî vê yekê pêşiya çalakiyên kultûrî û edebî yên kurdan tê girtin û
astengkirin.
Li bajarê Urmiyeyê destpêkê Civata Ronahî di sereteya dehsalên 90`ê de û di
germiya desthilatdariya Reformîstan hat qedexekirin û piştî wê jî ji salên 1387
heta 1388`ê Civata Çandî û Edebî ya Îlam di vê zanîngehê de çalakî dimeşandin,
lê piştî qedexekirina wê civatê, Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanînegha
Urmiyeyê dest bi xebatên kultûrî û wêjeyî kir.
Ligel vê yekê ku çalakiyên vê civatê tenê bo pêşvebirina ziman, çand û
edebiyata kurdî bûye, lê di rojên dawî de zextên zêde û berfireh ji aliyê
`Heraset` (Navenda Parastinê) ya Zanînegha Urmiyeyê ketiye ser çalakvanên
Navenda Kurmanc.
Niha em destpêka karê kampanyaya xwe ji bo komkirina îmzeyan bona piştgirî ji
çalakiyên civatên sivîl û kultûrî yên kurdî li Rojhilatê Kurdistanê
radigehînin.
ji bo imzayan :
www.faceebook.com/kurmanc.urmiye
yan
kurmanc.urmiye@yahoo.com
bi kar bînin.