Welatiyên hêja!
Em wek Navenda Çandî Wêjeyiya Kurmanc li Zaningehen Urmiye, wê gava Navenda Çandî Wêjeyya Ehmedê Xanî li Urmiye seva hilbjartna navên Kurdî ji alyê xelkê vê bajarê ve bi sûdmend dinirxînin û hîvî jî dikin ku gelê me wê gavê bi erênî bersiv bide......
Bi Sedan sal in ku em li jêr destan in û navê me û nasnameya me û çand û dîrokên me têne inkarkrin.
Hêvîya gelê Kurd ew e ku bikare di sîya ziman de geşeyê bike û li kawlibûn û hermîna zimanê xwe, xwe bi dûr bike. Bê guman hilbjartina navên Kurdî jî gavek gring e ji bo ku Kurd, xwe ji metirsya li navçonê bi dûr bixin.
Lewma em bi navê Navenda Çandî Wêjeyiya Kurmanc li Zanîngehên Urmiye daxwazê ji xelê Urmiye dikin ku wê daxwazê ya Navenda Ehmedê Xanî bi erê bikin û berisva wan bi hilbjartna navên Kurdî bidin.
Gelê Kurd bi axivîn û zimanê xwe ye ku dimîne. Dilê dujimnan bi nemana zimanê Kurdî xweş dibe.Zimanê Kurdî, zimanê Ehmedê Xanî û Mem û Zinan e û zinamê Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî ye. Bila em wî zimanî biparezin.
Çarşembî 2012-12-05
Navenda Çandî Wêjeyîya Kurmanc li Zaningehên Urmiye