Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

salavegera 114'ê a rojnamegeriya Kurdî

Roja 22’yê Nîsana 2009’an, Rojnamegeriya Kurdî bû 114salî. Sed û yandeh salan berî niha û di 22’ê Nîsana sala 1898’an de, Miqdad Mîdhed Bedirxan li bajarê Qahîreya Mîsrê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê KURDISTAN der kir ku weke yek ji destkevtên herî girîn ên ronakbîriya neteweyî ji bo Kurdan tê hesibandin. 
 

Derkirina yekemîn rojnameya Kurdî ji aliyê rewşenbîrê zana û navdar yê Kurd, Miqdad Bedirxan ve, ew jî di wê rewş û serdema dîroka siyasî a cîhanê de, pêngavenk giring û dîrokî bû ku karwanê wê şop û rêbaza pîroz niha jî her dom dike. Di van 114salên borî de, rojnamevanên Kurd bi rêya rojname û çapemeniyên din û amûrên din ên ragiohandinê ve karîne gellek xizmetên mezin û bihagiran bi prosesa rewşenbîrî û neteweyî a Kurdan bikin û ew rêbaza ku Miqdad Bedirxan li ber Kurdan danî, bidomînin û ji vê rêyê ve, Kurd jî mifahê ji rojanme û çapemeniyan bistînin û di warê zanyarîdan û hişyarkirina civatên xelkê de bikar bînin.
 
Bêguman pirojeya derkirian yekemîn rojnameya bi Kurdî ji hûrbînî û ronakbîriya bîrmendê Kurd, Miqdad Bedirxan çavkanî digirt û wî bi başî hest bi valahiya hebûna çapemenî û ragihandinê ji bo Kurdan kiribû û bi başî hest bi bandora vê amûra giring a ragihandinê bona pêşdebirina seha neteweyî û şiyarkirina xelkê Kurd bona pêşveçûna civaka Kurdî kiribû. Ew kar tenê ji mirovekî welatparêz, pêşverû û fîdakar çêdibû ku wî karê mezin dest pê bike û serbarê asteng û dijwariyan, dehan hejmaran biweşîne, piştre endamên din ên malbata Bedirxaniyan rêç û rêbaza wî domandin û di qonaxên cur bi cur de, di ware rojnamegeriya Kurdî de jî xizmet kirin. Ji ber ku heta wê demê jî Kurd ne xwediyê rojname û çapemeniyan bûn. Di halekê de ku zêdetirîn 300 salan berî wê demê, neteweyên di ên cîhanê bibûn xwediyê rojname û belavokan. 
   

  
Derketina Rojnameya Kurdistanê bû xala guhertinê di bizava rewşenbîrî û neteweyî a Kurdan de û bû destpêkek nû û afirandinek mezin ku Kurd bi rêya pênûs bikarin derd, êş û elemên xwe û rewşa bindestî û zilm û çewisandina li ser xwe bînin ziman û hişyariya gel di nava civakê de berfirehtir bibe. Heke mirov bibêje, ew gava ku zanayê navdar, Miqdad Mîdhed Bedirxan 114 salan berî niha avêt, şoreş û renesansek bû, mirov kêm negotiye. 
 
Kurd her sal wê rojê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin, ji ber ku rêz û hrumetê ji vê gava bi bandor û dîrokî a Bedirxanê navdar bigirin û bibîr bînin. Bedirxan armanca rojnameya KURDISTAN’ê bi vî awayî dinivîsîne: “Di dinyayê de çiqas Misilman hebin, di gund û bajarên hemûyan de dibistan û rojname hene, bûyerên ku li dinyayê diqewimin, di wan rojnameyan de têne nivîsîn, lê mixabin ku kurd ji rojnameyan bêpar in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, gelek tiştan winda dikin”.

Ji wê rojê virde ku hîmê Rojnamegeriya Kurdî bi destên pîroz ê Miqdad Mîdhed Bedirxan hate danîn û Kurd bûn xwedî rojnameyê, karwanê rojnamevaniya Kurdî serbarê gellek asteng û dijwariyên neyar û dijminên Kurdan her berdewam û bêwestan xebata xwe domandiye. Lê hêj gellek maye ku bigihîje ew norm û standardên ku ragihandin û çapemeniya cîhanî heye û ew xewn û xweziyên ku Bedirxanê nemir bi fikr û ramana xwe ya kûr dest bi xebatê kir, hêj nehatine cî, ji ber ku çarenivîsa Kurdan bi giştî hêja negihîştiye wê astê ku bikare bi ser şarenivîsa xwe de zal be û serweriya Kurd di destê kurd de be.

Miqdad Mîdhed Bedirxan bi armanca gihandina dengê gelê kurd û hişyarkirina Kurdan Rojnameya KURDISTAN’ê weşand û gelê Kurd heta îro jî bi heman armancê têkoşîna xwe didomîne. Lê niha hem qonaxa xebata Kurdan û hem jî serdem jî guheriye. 

Serbarê vê yekê ku sed û yanzdeh sal bi ser derçûna yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê KURDISTAN dibihure, lê bi pêşveçûna zanist û teknolojiyê, roj bo rojê Rojnamegeriya Kurdî jî pêş ketiye û niha dehan televîzyon, radyo, rojname, kovar û ajans û malperên înternetî ên Kurdî weşanê dikin û xizmetê bi ziman, çand, civak û nasandina doza neteweyî û deng û hawara Kurdan bi dinyaya derve û hişyarî û zanyarîgihandin bi kurdan xebatên xwe didomînin.

 
Ji bilî Başûrê Kurdistanê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bûye û rojnamegeriya Kurdî bi azadî û serbest weşanê dike, lê hêj li 3 parçeyên din ên Kurdistanê rojnamegeriya Kurdî tevî asteng û qedexeyên dijwar berbirû ye. Girtin, binçavkirin, lêdan, îşkence û îdama rojnamevanan li Îranê, Turkiyê û Sûriyê bi xurtî ji aliyê her sê dewletên desthilatdar dimeşe û kesên ku bi karê rojnamegeriya Kurdî a serbixwe û bi ramaneke neteweyî re mijûl in, rastî dijwariyên jor tên.
 
Li Başûrê Kurdistanê niha bi sedan rojnaem, heftîname, kovar, televîzyon, radyo û malperên înternetî ên Kurdî weşanê dikin û ji ber hebûna wê desthilata Kurdî û neteweyî, bi awayekî berfireh medya û ragihandian Kurdî pêşde diçe. Lê her sê parçeyên din ji ber bindestbûna Kurdan û sîstemên dîktator û zordar û dijberî tevî ziman, çand û nasnameya neteweyî a Kurdan, hemû liv û çalakiyek serbixwe û azad di vê derbarê de qedexe ne. Xezt û zordariyek zaf li ser rojnamevanên Kurd heye û karê rojnamegeriyê bi dijwarî û zehmet tê meşandin. Nemaze rojnamevanên Kud ên ku li ser mafê diyarîkirina çarenivîsa neteweyî, zulm û zorariya li ser Kurdan, pirsa kurd bi giştî û nemze mafên siyasî, aborî, civakî û çandî ên Kurdan ku di Carnameya Gerdûnî a Mafê Mirovan de hatine, dinivîsin.

Di wan 114 salên borî de, qonaxa pêşketin û geşandina rojnamegeriya Kurdî li Kurdistana Rojhilat vedigere bo serdemê zêrîn û dîrokî ê Komara Kurdistanê ku di 11 meh ji desthilatdariya kin û kurt a Komara Kurdistanê de, dehan rojname, kovar, pirtûk û weşanên fermî ên cuda cuda hatin derxistin û Rojnama KURDISTAN organa Komîteya Navendî a PDK Îranê ku niha jî xebata xwe a rojnamegeriyê didomîne, dihat weşandin.

Li Îranê ji ber ku 30 sal e rejîmeke dîktator û ne demokratîk û dijî kurd desthilatdariyê dike û maf û azadiyên berheq û demokratîk ên Kurdan tên înkar û binpêkirin, rojnamgeriya Kurdî bi xurtî û berfirehî di bin siyaseta qedexeyê de ye û tu weşan û belavokek azad û serbest a Kurdî nahê dîtin ku bibe dengê xwestek û daxwaziyên gel.
 
Lewra pirraniya rojname, kovar, televîzyon û radyo û malperên Kurdî ji aliyê rêxistin û partiyên siyasî ên Kurdî li derveyî sînorên Kurdistanê tên weşandin ku ew jî bi tevahî li Kurdistana Îranê qedexe ne. Di van çnd salên borî de ku çend kovar û heftîname bi Kurdî-Farsî û di çarçoveya yasayên dewletê û di bin çavdêriya wan de dihatin weşandin, bi giştî hatine qedexekirin û xebatên wan hatine rawestandin. Medyayên din ku weşanê dikin, hemû dewletî ne û propagandaytê ji bo dewletê û siyasetên wê dikin.
 
Li Îranê di van çend salên borî ew belavokên ku bi Kurdî – Farsî dihatin çap û belavkirin, yek bi yek hatin daxistin. Serbarê vê yekê ku ew ne azad û serbest bûn û nedikarîn ku hemû ew mijar û nivîsarên ku pêwîst dizanîn. biweşînin, lê bi hêcet û mihaneyan ew qedexe kirin û ew rojnamevanên ku di wan rojname û heftîname û kovaran de kar dikirin, di bin lêpirsînan de ne û hinek jî hatine girtin û cezayê gurs ên girtîgehê bi ser wan ahtiye birrîn. Bo mînak mirov dikare qala Ednan Hesenpûr, rojnamevanê serbixwe yê belavoka ASo bike ku cezayê îdamêkirinê bi ser de hatiye sepandin. Niha jî dosyaya dehan rojnamevanên Kurd ku di belavokên ROJHELAT, KEREFTÛ, PEYAMÊ MERDOM û wd… de dinivîsandin û dixebitîn di dadgehan de bi dawî nehatine û rojnamegerên Kurd berdewam ji bo mehkemeyan tên vexwendin.
 
Di 114’mîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî de, hewce ye her kurdek serê rêz û hurmetê li hember ruha nemir û herdem zindî ya Miqdad Midhed Bedirxan, pêşengê xebata rewşenbîrî û rojnamevanî a Kurd û hemû malbata Bedirxaniyan bitewînin û silavên emeg û wefadariyê ji bo wê malbata mezin bişînin ku tovê rewşenbîriya Kurdan çandin û niha jî karwanên rojnamegeriya 
Kurdî bi vî tovê wan şîn bûye û berdewam digeşe...